PKKe bi zorê pere ji şêniyên Seyranbenê distîne

PKKe bi zorê pere ji şêniyên Seyranbenê distîne

Hat ragihandin ku çekdarên PKKê li sînorê Seyranbenê rojane bacê ji şêniyên wê herêmê distînin û heqaretê li wan dikin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihand, çekdarên PKKê li deriyê gomrikî yê Seyranbenê li sînorê bajarokê Pênciwîn ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, rojane pereyek zêde weke bac ji karker û kasibkarên vî sînorî distînin, ev yek di demekî de ye ku bi rêya vî deriyê sînorî ev kesane xwe û malbatên xwe xwedî dikin.

Çavkaniyên me her weha eşkere kir, çekdarên PKKê li roja 25/8/2021an, dest bi ser sê otombîlên barhilgir ji cureyê Chevrolet de girtine ku dixwestin hin wilatiyan bi awayek qaçax bi rêya deriyê sînorî yê Seyranben bighînin Îranê, lê ji ber pênedana bacê bi çekdarên PKKê, çekdaran pirr heqaret li wan kirine û şerenîx di nêvbera wan de derketiye, piştî vê yekê çekdarên PKKê bi zimanek pirr tûj û gef xwarin bi wan re dipeyivin û pir heqaretên mezin li wan dikin.

Ev ne cara yekemîne ku çekdarên PKKê karên bi vî awa dikin, li her herêma ku çekdarên PKKê li wir hebin ev karane dubare dibin, li her cihê ku çekdarên PKKê têde bin xalên bişkinînê û wergirtina baca bi zorê jî heye, bi awayekî ku li navçeyên sînorî gel nikare bi kêfa dilê xwe kar bike, jiberku çekdarên PKKê wan neçar dikin bacê bi wan bidin, ger gel bacê bi çekdarên PKKê nede, gefên kuştin û şewtandin û jinavbirina kar li wan tê kirin.

Pustên heman beş