Hikûmeta Başûrê Kurdistanê îro bi dijwarî bersiva Heyder Ebadî serokwezîrê berê ê Îraqê û serokê kwalîsyona Nesir li derbara bûyerên 16 oktoberê daye.
Kwalîsyona Nesir a Heyder Ebadî îro roja şemî 16/10/2021ê daxuyanî li derbara bûyerên 16 oktobera 2017an daye û têde bi şanazî ve bas li wan cezayan dike ku li ser Herêma Başûrê Kurdistanê hatine sepandin û ev yêk bi destkeftî ji boy Ebadî hesab kirîye.
Di vê derbarê de, Dr. Cotyar Adil berdevkê hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bersiva Ebadî û kwalîsyona wî a bi navê Nesir da û got: Rastî ji boy tevahîya gelê Îraqê ruhin bûye, hilbijartinê cezayê wan kesan daye ku bi takrewî di xwestin desthilatê birêvebibin.
Berdevkê hikûmeta Başûrê Kurdistanê her wiha dest nîşan kir ku kwalîsyona Nesir ji bo ku şkestinên yêk li dûv yêk yên Ebadî ên di hilbijartinên parlimena Îraqê de bi peçine, hatîye û wan fermanên takrew li bîr tîne ku bi îmze ya Ebadî li oktobera 2017an hatine derkirin.
Berdevkê hikûmeta Başûr dibêje: Rastî ji bo gelê Îraqê îfşa bûye û hilbijartina vê carê jî selmand ku siyaseta tek alî domdar nabe û her wiha hewlên serkutkar tim rastî şikestinê tên.