kê 7 Gerîla kuştine û çima “Girûpa Keran” dibêje PDKê kuştine?!

PKKe amadeye bi sedan Gerîlayên xwe tasfîye, bike tenê ji bo ku bike belge û dokyoment ji boy tuhmetên xwe yên bêexlaq li dijî PDKê.
Li 4 îlona îsal 2021ê wezareta bergiryê a Tirkiyê bi taybet li saet 11:45 Nîvrojê, daxuyanî belav kir û got: “Balefirên cengê 7 çekdarên PKKê li Garey kirin armanc”, her wiha dîmenên vîdyo ên vê êrîşê li hesaba xwe a twitter ê belav kir.
Daxuyanîya Tirkiyê û dîmenên êrîşa 4 îlonê:
Paş derbasbûna 3 demjmêran û bi taybet li saet 2:54 êvara heman rojê, rêxistina PKKê daxuyanî da û got: “7 Gerîlayên me ketine kemîna PDKê û hatine kuştin”.
Daxuyanîya PKKê:

Paş van daxuyanîyan, PDKê daxuyanî da û go ku tu pêwendîya hêza Pêşmergehan bi vê bûyerê ve nîne, ji PKKê jî xwest dev ji derewan û çêkirina tuhmetên bêexlaq berde.
Rêxistina PKKê ji bo çêkirina tuhmetekê bo PDKê, dikare her tiştekî bê exlaq bike, heger pêwîst jî be ji bo ku rêxistin bigehe armanca xwe û rojevê li dijî PDKê bi azirîne, dikare bi dehan Gerîlayan feda bike.
Li roja ku PKKê ev daxuyanî day, eynî rojê dewleta Tirkiyê wêne û dîmenên hedef kirina wan 6 Gerîlayan ragihand, lê belê PKKe mukre bibêje: “Na eskerê Tirk ev hevrêyên me nekuştine, belku PDKê ev tewan encam daye”, tişta ku PKKe dixwaze bike û bibêje eve: “PKKe dixwaze rûyê reşê dewleta dagîrker li ser hesaba PDKê spî bike”.
Wêneyên 7 Gerîlayan:

Rêxistina PKKê ev dema du salane, êrîşên xwe yên li ser PDKê herî zêde dijwar kirine, hem êrîşên bi çekan û hem jî êrîşên medyayî, her tişt li dijî Hikûmeta Başûr û PDKê encam da, bi dehan tuhmetên bê exlaq çêkirin, lê belê paş ev hemû hewlên PKKê rastî şikestinê hatîn, Girûpa Enqerê dest avêt feda kirina Gerîlayan, ji bo ku ev feda kirin ji derewên wê yên di rasta PDKê re bibin belge û dokyoment.