Îstixbaratên Tirkiyê jineke Kurd a ducanî kuştin

Îstixbaratên Tirkiyê jineke Kurd a ducanî kuştin

Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê ragihand ku jineke Kurd di jêr îşkenceya  û çekdarên opozisyona Sûriyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî rêxistina navborî, roja Duşemê, 11 Îlonê, Istixbarata Tirkiyê û polîsên sivîl, welatiya Kurd Nimat Behcet Şêxo ya 32 salî, ji gundê Qube Hemşelik ser bi Racoyê girtine.

Heman rêxistinê diyar kir ku jina navborî ducanî bûye û di meha şeşem a ducaniyê de bûye, û ligel hevjînê wê Xelîl Nasan ê 36 salî û 2 kesên din hatine girtin û ji bo navenda istixbarata Tirkiyê, dibistana Emîr Xûbarî, hatine birin.

Li gor wê rêxistinê, ew 6 demjimêran hatine îşkencedan û di encama îşkenceyê de jina Kurd bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.

Piştî ku girtî bêrî derketine, di heman rojê de hatine azadkirin, lê ji ber îşkenceyê jina ducanî piştî çend rojan canê xwe ji dest daye.

Pustên heman beş