Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî gotiye, herêma wan Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşber qonaxa nû ye, ew ê ji hemû astengiyên ku berê ew tê re derbas bûn, projeyên nû bibînin.
Medyaya nêzîkî PYDê ragihandiye Kongreya damezrîner a Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl li Bakur û Rojhilatê 2 rojan li bajarê Qamişloyê dewam kiriye û Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi rêya dîmen beşdarî kongreyê bûye.
Herwiha Mazlûm Ebdî gotiye: “Em HSDê bi alîkariya saziyên Rêveberiya Xweser piştevaniya Rêxistinên Civaka Sivîl di her gavekê de bikin û bi yek destî bixebitin ku tevahî aliyan li herêmê bi pêş bixin.”
Herwiha Ebdî anî ziman ku Rêxistinên Civaka Sivîl aliyekî bingehîn e ku dikare roleke mezin di xebata guhartina ber bi demokrasî ve, piştevanî û pêxistina civakê de bilîze.
Ebdî behsa piştevaniya ji Hevbendiya Rêxistinên Civak Sivîl re kir û hêvî kir ku rêxistin gavên nû ber bi pêşxistin û demokrasiyê ve biavêjin.
Her wiha Ebdî girîngiya parastinê li hemberî gefên bênavber ên li dijî herêmê destnîşan kir.
Cihê behsê ye demeke dîsan berpirsên Tirkiyê gefa êrîşê li hêzên HSDê dixwe û leşkerên xwe li ser herêma Til Rifatê bi cî dike û fermana amadebûna şer ji komên çekdar ê opozîsyona Sûriyê jî kiriye.