Karmendekî Kurd li nahiyeya Raco ya herêma Efrînê, ji aliyê hêzên Istixbarata Tirkiyê ve hat girtin.
Hêzên Istixbarata Tirkiyê, welatiyekî Kurd li bajarokê Raco girtine ku karmendê Saziya Avê ye.
Berdevkê Saziya Peyva Me Mistefa Şêxo diyar kiriye, roja Yekşemê, 17ê Cotmehê, Istixbarata Tirkiyê welatî Reşîd Hesen Hemo li Raco girtiye.
Şêxo eşkere kiriye, welatiyê navborî xelkê gundê Kumreşê yê ser bi nahiyeya Raco ye û ji çendîn sal ve karmendê Saziya Avê ya bajarê Efrînê ye.
Bi gotina Şêxo, dema ku karmendê navborî ji bo siwarkirina pîverên avê diçû nahiyeya Raco, ji aliyê Istixbarata Tirkiyê ve hatiye girtin û heta niha cih û çarenivîsa wî ne diyar e.