PKKê can ji dest dayîna fermandara xwe a bi navê ‘Şîlan Goyî’ ragihand

PKKê can ji dest dayîna fermandara xwe a bi navê'Şîlan Goyî' ragihand

PKKê ragihand, fermandareke wan a jin a ser bi rêxistina YJA Star ve a bi navê Taybet Bilen û nasnavê “Şîlan Goyî” ku li gundê Hilal ê navçeya Qilaban a Şirnexê ji dayik bûye, di bombebaraneke artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di daxuyaniyekê de ragihandiye, fermandara wan Şîlan Goyî roja 8ê Cotmeha 2021an di êrişeke esmanî ya artêşa Tirkiyê de hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Şîlan Goyî ji bo dermankirinê û ji bo serdana malbata xwe çûbû Kampa Mexmûrê, ku bombebaran li navçeyê pêk hatiye û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.

YJA Star destnîşan kiriye ku Taybet Bilen anku Şîlan Goyî di sala 1999an de tevlî PKKê bûye û herî dawî li Qada Gare fermandarîtî kiribû.

Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê roja 9ê Cotmehê ragihandibû ku di encama kordîneya artêşê û saziya istixbarata wî welatî de, 2 endamên PKKê di bombebarana bo ser herêma Gare de jiyana xwe ji dest dane.

Pustên heman beş