Xwîna bi destên we ve hûn dixwazin bi kê paqij bikin?

PKKê ew derewa Xelîfanê bi çar destan hemêz kirîye, ev hewlên PKKê tê wateya ku di destê wan de sermayeyek din tune, ew hîn jî li ser vê mijara ku bi dehan carî derew hatî îspat kirin weke benîştê dicûn, rastiya ku tevgerek siyasî û rêberên wê ew qas bi derewan ve mijûl dibin hem eqlîeta wan û hem jî astengîyên wan nîşan dide.

Rêveberên KCKê bi rêzkî behsa Xelîfan dikin, bi rastî, ev derew Mistefa Kerasû ew qas pêşve bir ku wî Pêşmergeyên Roj jî kirin nava vî babetî de, Karasû got: “Pêşmergeyên Roj li gel malbatên xwe axivîne û gotine: «PKKyî hatine Xelîfanê, emê wan bikujin».

We di Xuyê ku, Mistefa Kerasû di şikeftan de bêkar maye, bi temaşekirina rêzefilmên Tirkî xwe fêrî nivîsandina senaryoyên pûç û derew kirî ye, Ji bo ku mirov ji vê senaryoya bêaqil bawer bike, pêdivî ye ku hişmendiya mirovî pir kêm be.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat jî, ji Karasû kêmtir ne maye ew jî bêyî şerm û fedî bike heman derewê dubare dike, Hozat ji Radyoya Dengê Welat re axivî û got, «% 90 windahiyên Gerîla ji ber agahdariya PDKê çêbûne».

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand ku li Xelîfanê çi pevçûn û teqe çê ne bûye, tevî vê yekê jî, PKKe israr dike ku endamên wê bi destê PDKê hatine kuştin, lêbelê, heman PKKe qala rêvebirên xwe yên ku li herêmên di bin kontirola wan de hatine kuştin û rêvebirên ku ji hêla PKKê bi xwe ve hatine kuştin nake.

Hozat dibêje:«PDKe koordinata dide artêşa Tirk», lêbelê, % 95 ê windahî yên PKKê li deverên ku gel lê nîne tên encam dayîn, PKKe wenake ku yêk sivîl bikeve herêmên di bin kontirola wan de, li Avaşîn, Metîna, Xakûrk û Xinêre çûçikên sivîl jî nahêlin bifirin, lê hemû windahî li wir têne dayîn, PKKê bi nuqteyên kontirolê nahêle kesekî sivîl bikeve deverên wan û bi salan e niştecîyên herêmê nikarin herin gundên xwe, PKKe herî zêde li wir windahîyan dide, ez dipirsim gelo PKKe bixwe gerîlayên li wir îxbar dike? Ev şik û gumanek mezin e, artêşa Tirk çawa dizane ku di wesayîta ku li serê Çiyayê Garê tê lê xistin de kîjan rêvebir heye? Li wê deverê ji bilî PKKê kesekî din nîne, ne Pêşmerge û ne jî kesekî sivîl, wan nava PKKe dide dijmin? Divê Besê Hozat derkeve pêşiyê bersiva van pirsan bide.

An jî Besê Hozat dikare ji bo me bêje gelo çima tenê fermandarîya navendî û şervan dibine armanca van êrişên Tirkan? An jî navên ku PKKe girîngiyê pê dide jiyana wan li bajar û deverên ewle de, di bin garantiya hin dewlet û hêzan da ne. Tenê yên di bin lingan de diçin ewin yên ji bo pêwîstîyên rêveberîyê hatin û çûyîn ê dikin? wesayît û motorsîklêtên ku li ser rêyên Gare û Qendîlê tên lêxistin, her wiha notên ragihandinê û kesên pêdiviyên rêveberan tînin û diben, Bila Besê Hozat li pêşîyê vê bêje.

An Besê Hozat Bila ew behsa Dr. Hûseyîn «Selman Bozkır» bike, Dr. Hûseyîn li ku hat gulebaran kirin? Li Kampa Mexmûr li ber dergehê îdarê, ew li kela PKKê ku nêzî 300 leşker û 250 personelên sivîl lê hene, ango hemû îdare didestê PKKê da ye nava rojê hate lêxistin, kê ew îxbar kir? Bê guman, îxbar û agahî ji hundurê PKKê ji bo dijminî çû bûn.

Ew Mistefa Kerasû, yê ku nikare rast û çepê ji hev cuda bike, dibîhize ku Pêşmergeyên Roj, bi malbata xwe re li Rojava diaxivin û ew dibêjin emê li Xalîfanê kemîn danîn, nê ker jî dê bi vê derewa Keresû bikenin.

Ey Karasû tu çima nizanî ew kadiroyê te yê 45 sal xizmet kirî ango Heyder Varto «Engîn Karaaslan» li Qamişlo çawa hate gulebaran kirin, Heyder Varto li navenda YPGê li Qamişlo siwarî erebê dibe, 25 deqîqe şûnda wesayîta wî tê gulebarankirin, Kê/Kî ew îxbar kir? Ma ne yên di hundirê YPGê de ne Heyder îxbar kirî? Bê guman PKKê bi xwe ew da kuştin, Karesû tu pêşî derkeve û bersiva vê bide.

Mistefa Karasû tu dizanî ku heya nûke li nava Amêdîyê û Duhokê yêk Gerîla jî nahatîye xistin, lê hevalên te her roj li Qamişlo, Mexmûr, Kobanî û herêmên bin desthilatîya te de têne kuştin, ma ew ne di bin kontirola we de ne? Çima têne gulebaran kirin? lê kerê kor jî dizane ku hûn wan hevalên xwe îxbar dikin?

Mistefa Karasû, pêşî bila derkeve û çîroka kuştina Alî Heyder Qeytan «Fuat Dersim» vebêje, Elî Heyder Qeytan kesekî damezrinerê PKKê û hevalê Ocelan yê yekemîn bû, ji min re bêje Elî Heyder çawa mecbûr ma ku jîyana xwe ji dest bide, Ji min re bêje ka we çawa damezrênerê partîya xwe Qeytan li ber lingan hişt, ji min re bêje çima ev du sal in hûn mirina Elî heyder Qeytan diveşêrin û eşkere nakin.

Bila PKKe pêşî derkeve û bibêje ew çima çarenûsa fermandarên xwe vedişêrin, mînak, bila ew aqûbeta endamê Konseya Fermandariya HPGê «Sabrî Başkale» Fehmî Şarlatan aşkere bikin, di 28 ê Gulana 2016 an de li herêma Metîna li cihê bê sivîl li wesayîtekê de hate xistin, li heman seatê artêşa Tirk got me «Sabrî Başkala» kuşt, kî fermandar «Sabrî» da kuştin?. We çima «Sabrî» îxbar kir?, Ev 5 sal derbaz bûn çima hûn «Sabrî» îlan nakin?.  

Kerasû we çima kadiroyê PKKê û Fermandarê giştî yê Hêzên Asayîşa Rojava «Ciwan Ereb», kuşt?. We xwast «Ciwan» bi çi nepenîyan ve bimire? Bila PKKe behsa bi dehan çîrokên înfazên hundir yên veşartî bike, artêşa Tirk weke tîma înfazê ya PKKê kar dike, PKKe kî destnîşan bike Tirk wî dikujin.

Hûn çima qala van kesên ku me behs kirî nakin?, ka çima û çawa ev kes hatine gulebaran kirin?. Ji ber ku PKKe mirinek ku nikaribe jê sûd werbigire rave nake, PKKe jiyan û bîranînên van mirovan wek milkê xwe dibîne, ger hewceyî pê hebe, ewê rave bikin, navên van kesan heya ku hewce bike dê nihênî bimînin.

PKKe kadiroyên xwe dikuje,dide kuştin û li ser mirina wan sûd werdigire, hurmeta wê ji miriyan re tune, ew kesê mirî jî wekî perê bêrîkê dibîne ku dema wê tê ji bo xwe bikar tîne, ew dibêje Gerîlayên me li Xelîfanê ketin kemînê, lê ew qala wan zarokên piçûk li çeperên şer ên li Zendûra û Warexal çawa dane kuştinê nake, ew zarokên hê tifal di wan tûnêlên mirinê de hatin hiştin, bila PKKe pêşî derkeve û ji gele Kurd re çîrokên ciwanên ku şandiye ber mirinê û ciwanên ku kuştine vebêje.

Rêveberên PKKê bi qasî dewleta Tirk bûn sedema mirina ciwanên Kurd

Rêveberên PKKê bi qasî dewleta Tirk bûn sedema mirina ciwanên Kurd, destên wan bi xwîna ciwanên Kurd sor bû ye, niha jî PKKe û rêveberên wê dixwaze ku, destên xwe yên bi xwîn li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê, PDKê, Pêşmerge û Pêşmergeyên Roj paqij bike.

Kes destûrê nade vê yekê, ne mumkin e ku kesên destên wan bi xwîna ciwanên Kurd sor bûyî, bikaribin pêşerojekê ji Kurdan re ava bikin, ew berevajî zagonên xwezaya ye, kesên wusa bêwijdan, bêexlaq, derewîn, xapînok û bi zanebûn di bin sedema mirina ciwanan tu çarî sernakevin, yên mehsûmîyet û wafadarî ji dest da wê hertiştî winda bike, lê hûn ê hesaba wê xwîna bi destên we ve hişik bûyî, bidin.

Pustên heman beş