PKK’e gefa li xelkê Şengal dixwe

PKK’e gefa li xelkê Şengal dixwe

PKK’e di şikestina xwe ya di hilbijartina parlamentoya Îraqê de dixwaze xelkê tawanbar nîşan bide û gefa li gelê Şengalê dixwe. PKK gel tehdîd dike ku ewê êdî alîkariya li ser wan belav neke, wan na parêze û ji xelkê re dibêje we îxanet li şehîdan kir.

PKK’ê di hilbijartina parlamentoya Îraqê de şikestineke mezin xwar û dengên herdu namzedên wê bi giştî nebûn 3 hezar. Yek ji wan namzeda Rakan Reşîd Al Tahan yê bi regez Areb bû û di eşîreta wî de nêzî 2 hezar dengderan hebûn û milîsên Heşda Şebî jî deng dabûn vî namzedê PKK yê Areb. PKK’ê jî nêzî 300 kartên saxte çêkirbûn û bi wan kartan deng dan. Yanî wusa dîyare ku namzedê PKK’ê Şêx Semîr jî nêzî 600 deng bi dest xistine. Helbet PKK’ê nêzî 600 genc bi mûçe kirîne milîsên Heşda Şebî. Yanî malbatên wan kesên ku di nava hêzên eskerî yên PKK de cih digrin jî deng ne daye PKK. Vê yekê di nava PKK de şikestineke mezin anî.

PKK’e di ragihandina xwe de bi ti awa basî vê yekê nake ku şikestineke wusa mezin hatîye jîyankirin. Weke ku hilbijartin çênebûye tev digerin. Ji ber ku PKKê di nava Şengalê de ku 34 hezar dengdêr hene bi tenê 600 deng anîne, niha dest bi gef xwarnê li gelê Şengalê kiriye. PKK’e hinek kadroyên xwe yên rojava û bakur dişîne nav gund û kampên li çiyayê Şengalê û civînan didin çêkirin. Kadroyên PKK di civîn û seredana kampa de gef li gel dixwen û dibêjin “hevalên me ji ber we şehîd ketin, heger em nebûna hûn hemû niha di destê DAIŞê de bûn. Me hûn rizgar kirin, we îxanet li me û şehîdan kir”. Heman demê PKK dibêje, “nema em alîkariyê bidin we. PKK’e wan alîkariyên bi rêya yekîtîya Ewropa û UN ji xelkê Şengalê re tên şandin dest datîne ser û belav dike. Bi awayek giştî ev alîkarî ji hinek madeyên xurakî û pêdiviyên din yên jiyanê weke betanî û tiştên din ên bi vî awayî pêk tê. Lê PKK’e niha ji gelê Şengalê re dibêje me ev alîkarî dixwastin êdî nema em alîkariyan bixwazin û em nadin we. Biçin bila PDK erzaq bide we”.

Heman dem PKK nav şervanên YBŞ de jî dibêje, çima Eşîretên we deng ne dane me û wan sûçdar dikin.

PKK ne tenê li Şengalê belku li Silêmaniyê jî di çend bazineyan de 4 namzed hebûn, lê belê hejmara dengên van namzedên PKK’ê jî nebûn 1000 deng.

Ji ber vê yekê PKK wan encamên di hilbijartinên parlamentoya Îraqê de bi dest xistî bas nake.

Pustên heman beş