Ezîzê Zîyo bû serokê nû yê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê

Ezîzê Zîyo bû serokê nû yê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê

Nivîskar û karsazê navdarê kurdê Qazaxistanê Ezîzê Zîyo bû serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê (Berbeng).

Yekitîya Kurdên Qazaxistanê ku wek “Berbang” tê naskirin, duhî li bajarê Almatê yê Qazaxistanê konferansa xwe saz kir. Di konferansê de Ezîzê Ziyo Bedirxan wek serokê nû yê wê yekîtiyê hat hilbijartin.

Ezîzê Zîyo Bedirxan sala 1953an li bajarê Almatê yê Qazaxistanê hatiye dinyayê. Malbata wî sala 1944-an ji Gurcistanê ji herêma Axiskayê ber bi Asyaya Navîn ve hatiye sirgûnkirin. Koka malbata wî ji Cizîra Botan e. Weke Ezîzê Ziyo bi xwe dibêje, ew ji binemala Bedirxaniyan in.

Ezîzê Zîyo Bedirxan di nava diyasporaya kurdên Sovyetê de weke karsaz, nivîskar û çalakvanekî civakê tê naskirin.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê roleke çalak di rêxistinkirina diyasporaya kurdan lîstiye û sala 1992-an bûye yekemîn Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê “Berbang”ê.

Piştî Ezîzê Zîyo, rewşenbîrên navdar ên mîna Bedirê Mûsa û Nadirê Kerem Nadirov û Kinyazê Îbrahîm serokatiya Berbangê kirine.

Piştî ku Kinyazê Îbrahîm, Serokê “Berbang”ê yê berê, ku di heman demê de Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta berê jî bû, wefat kir, cihê wî vala mabû.

Kinyazê Îbrahîm roja 9 Tebaxa îsal li bajarê Almatê yê Qazaxistanê bi nexweşiya Koronayê wefat kir.

Pustên heman beş