Tirkiyê cardin li Rojavayê Kurdistanê gef xwar

Tirkiyê cardin li Rojavayê Kurdistanê gef xwar

Tirkiyê cardin li Rojavayê Kurdistanê gef xwar, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê dibêje, “Wexta dema wê hat, tişta ku pêwîst bike dê were tê kirin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar îro Şemiyê 23ê Cotmeha 2021ê piştî civîna wezîrên berevaniyê yên NATOyê li Brukselê, li Nûnertiya Tirkiyê ya NATOyê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Hulusi Akar derbarê êrîşên vê dawiyê de bo ser hêzên wan li bakurê Sûriyê got, ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin û heta dema wê hat li gor pêwîst bersiva wan didin.

Akar li ser Rojavayê Kurdistanê jî wiha bersiv da «Em bûyeran ji nêz ve dişopînin. Wexta dema wê hat, tişta ku pêwîst bike dê were tê kirin. Maf û berjewendiyên me çi hewce dike, weke ku heta niha hatiye kirin, wê di bin serokatiya Serokkomarê me de bê kirin».

Akar got: «Me got ku em dê destûrê nedin ku korîdora terorê li nêzî sînorên me çêbibe. Me bi operasyonên xwe pêşî li korîdora terorê girt».

Pustên heman beş