HPGê îro daxuyanî da û amara 6 mehên rabûrî ên şer eşkere kirin, li gorî HPGê di vê demê de, Gerîlayan 670 esker li Başûrê Kurdistanê kuştine.
HPGê baskê leşkirî yê PKKê îro roja yekşemî 24/10/2021ê, daxuyanî belav kir û got ku di d 6 mehên rabûrî de, Gerîlayan, 670 esker tenê li navçeyên Avaşîn, Metîna û Zapê yên li Başûrê Kurdistanê kuştine.
Li gorî HPGê di 6 mehên rabûrî de 599 çalakî li van navçeyan hatine encam dayîn û kuştina 670 eskeran li pey van çalakîyan hatîye.
Derew wusa yan nelazim
Kuştina eskerê dagîrker nûçeyek xweşe, her Kurdekê kêfa wî jêre neyê, pêwîste ew gumanê ji Kurdbûna xwe bibe, lê belê her kes dizane rêxistina PKKê di hemû dîroka xwe de ew qas esker di dema 6 mehan de nekuştine.
PKKe rêxistneke li ser derewan avabûye, ew her gav û roj derewkê di afirîne, dike rojev û gel pê di xapîne, parvekirina van amarên derew jî tenê yêk mebest li pişte, ew jî PKKe dixwaze ji gel re bibêje va ezim Başûr di parêzim û heger ne ji min be, Tirk wê vê perçeya welat dagîr bike, lê belê ya rast PKKe egera sereke a êrîşên dewleta Tirkiyê ye li ser Başûrê Kurdistanê.
Hêjay gotinê ye, PKKê li roja 24/7/2021ê jî daxuyanî dabû û gotbû ku di 3 mehên rabûrî de, Gerîlayan 494 esker li Başûrê Kurdistanê kuştine.
Ev yêk bi wê wateyê tê ku PKKê ji adara sala 2021ê û heya roja me ya îro, 1.164 esker li Başûrê Kurdistanê kuştine, heger wusa be, pêwîste kêfa gelê Başûr bi êrîşên Tirkiyê were, ji ber ku dewleta Tirk bi vî awayî eskerê xwe dişîne helaketê û heger PKKe wusa dewam bike, di nava 3 heya 4 salan de, Tirkiye wê bê esker bimîne û NATO jî wê endameka xwe a çalak wenda bike!!.
Dagîrker bi derewan dernakevin
Pirsa li vir tê kirin eve, gelo qey heger ev hejmara HPGê parvekirî wusa be û emê bêjin heger hema dewleta Tirk jî wendahiyên xwe yên canî di peçine, qey çima me di vê demê de li sosyal medyayê tu agahî, tu wêne tu tiştek ji malbatên eskerên kuştî nedî?, Çima me ne dî ku wan wêneya ewladên xwe par vekirî?, Her kes dizane PKKe nikare bi van derewan dagîrkeran ji Kurdistanê derxe, her kes dizane PKKe nikare amedê ji amêdiyê rizgar bike.