Soylu ji bo Karayilan: Wekî mişkan xwe veneşêre!

Soylu ji bo Karayilan: Wekî mişkan xwe veneşêre!

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê îro gef li Murat Karayilan xwar û jêre go: wekî mişkan xwe veneşêre. Dora wî jî tê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro Yekşemê 24ê Cotmeha 2021an li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku 2 gerîlayên PKKê yên ku ketine nav bajarokê Çelê yê sînorî di operasyonekê de bi beşdariya firokên bêmirov û hêzên bejahî canê xwe ji dest dane û cenazeyên wan herduyan jî hatine desteserkirin.

Soylu herwiha gef li Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan jî xwar û di twîtera xwe nivîsandiye: “Ji gotinê fêm nakin. Eger bi xwe dibînin, bila Karayilan were, wekî mişkan xwe veneşêre. Dora wî jî tê.”

Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) ya girîdayî PKKê heta niha ti daxuyaniyek derbarê vê nûçeyê de belav nekiriye.

Pustên heman beş