Rêxistina PKKê, mirina 4 zarokên din yên Kurdan ragihand ku li çiyayê Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşa eskerê Tirk.
HPGê Baskê çekdarî yê PKKê, nasnameya 4 gerîlayên xwe aşkere kir û ragihand, di êrişa artêşa Tirkiyê ya bi çekên kîmyayî de li Werxel a Avaşînê jiyana xwe ji dest dane.
Li gor daxuyaniya HPGê, her 4 gerîlayên wan beriya du heftiyan roja 10ê Cotmeha 2021an li devera Avaşîn “di bombebarana bi çekên kîmyayî ya artêşa Tirkiyê de” canê xwe ji dest dane.
HPGê diyar kiriye ku 3 ji wan gerîlayan ji Bakurê Kurdistanê ne û yek jî ji Rojavayê Kurdistanê ye.
Weke hertim, PKKê tam zanyarî li ser wan 4 gerîlayan dane, lê belê tu amaje bi temena wan nekir, ji bo ku revandina zarokan li ser rêxistinê neyê tesbît kirin.
PKKe ji bo çêkirina şervanan pişt bestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî hatîye tesbît kirin.