Di navbera grûpên çekdar û HSDê de şer derket

qsd-turkey militan (2)

Li navçeya Eyn Îsa ya Rojavayê Kurdistanê, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên girêdayî Tirkiyê de şer û pevçûn derket.

Li gor çavkaniyên xwecihî, êvara roja Yekşemê, li Eyn Îsayê di navbera hêzên HSD û çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê de şer û pevçûn derketin.

Li gor heman çavkaniyan şer û pevçûn li ser rêya M4 a navdewletî li bakurê rojhilatê bajarokê Eyn Îsa derketine.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku grûpeke çekdar a girêdayî Tirkiyê hinek pêgehên hêzên Sûriya Demokratîk kirine armanc û hêzên HSDê bersiv dane û şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derketiye.

Heta niha di derbarê encamên şer û pevçûnan de tu zanyarî nehatine belav kirin.

Pustên heman beş