Qendîl nameyek ji HDPê re rêkir!

Qendîl nameyek ji HDPê re rêkir!

Qendîlê di derbarê tifaqa di hilbijartinên Tirkiye de nameyek ji HDPê re rêkir. Nama ku Qendîlê ji HDPê re rêkirî hate eşkerekirin û balkêşe ku di medya Tirkî de cih girt.

Ji berê pêde tê gotin ku, tu îradeya HDPê ya siyasî tuneye,yanî HDP tu cara bi serê xwe nikare biryara bide. Serkaniya biryarên HDPê Qendil e.

Qendîl di berşek nameya xwe de dibêje: Divê ji bo hilbijartinên serokkomariya amadevaniyek hebe. Di tura yekem de emê bi kandîdatên xwe beşdar bibin. Ji niha ve gerek kandîdatek bê amade kirin. Ji bo tura duyem jî gerek em ji niha ve prensîbên xwe kifş bikin. Dê di hilbijartinên giştî de siyaseta me çibe? Emê tifaqek fermî pêkbînin yan jî wek 31ê Adarê emê ji derve pişgiriyekî bikin. Dê nizingahiya me ji partiyên muxalefetê yên ku nû hatine damezirandin çewebe? Hun jî dîtinên xwe kifş bikin dê ji bo pêvajoyê jî baştir be.

Herweha Qendîl ji bo tifaqên li gel CHP’ê û IYI Partiyê jî di nameya xwe de dibêje: Partiyên wek CHP û IYI Partî vekirî li gel HDPê pêwendiya danaynin. Lê ew dizanin ku ji bo hilbijartina HDP ji bo wan gelekî girîng e. Ew dizanin ku ne ji HDPê be nikarin serbikevin û dawî li desthilata AKP’ê û MHP’ê bînin. Divê HDP bi van partiyan bide fam kirin ku, eger hun dirustî nêzingî me bibin emê wek hilbijartinên şeredariya nêzikî we bibin, hûn vê nekin hûnê winda bikin. Divê HDP bi vî awayî hêviyekî bide wan.

Pustên heman beş