Ji çekdarên PKKê êrîş û ji medyaya wê derew

Ji çekdarên PKKê êrîş û ji medyaya wê derew

Duh êvarê li sînorê navçeya Amêdiyê çekdarên PKKê teqe li xaleke hêzên pêşmerge kirin, lê belê di medyaya xwe de wusa da xweya kirin ku hêzên pêşmerge kemîn di rêya çekdarên wan de daniye û ew gulebaran kirine.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihand, duh êvarê çekdarên PKKê li gundê Sergelê ku bi tenê 6 kîlometran ji navenda bajarê Amêdiyê dûre gulle berdan xaleke hêzên pêşmergeyên Zêrevanî.

Çavkaniyên me her weha eşkere kiriye ku di vê êrîşa PKKê de ti ziyanên canî ne gihîştin ti pêşmergeyan, lê belê êrîşa çekdarên PKKê hin zirarên madî li pey xwe anîn.

Tevî ku karên provakasyon ên çekdarên PKKê li tev navçeyên Herêma Kurdistanê didomin, lê belê, ev karane li sînorê Amêdiyê her ku diçe pêtir dibin, di dawî êrîşa çekdarên PKKê li sînorê Amêdiyê de bo ser pêşmergeyên Kurdistanê pêşmergeyek şehîd bibû.

A balkêş di vê êrîşa çekdarên PKKê de manşet û wêneyê nûçeya Roj News bû, Roj News weke yek ji rûpelên ser bi PKKê ku li bajarê Silêmaniyê weşanê dike, weke her car, dest bi derewan kir û ragihand, “Çekdarên PDKê kemîn li ber gerîlayan danaye”, lê belê, ya rast eve ku pêşmergeyên Kurdistanê ti kemînek nedaniye belku xaleke kontrolê ya hêzên pêşmerge li wê derê heye û gelê navçeyê tev vê yekê dizanin, ev xala kontrolê ji hêla Hikûmeta Herêma Kurdistanê li wê derê hatiye danîn û ti pêwendiya partiyên siyasî pêre tuneye.

Yek ji şêniyên gundê Sergelê ku şahidê bûyerê bûye ku nexwest navê wî were eşkere kirin ji Darka Mazî re ragihand, PKKe bi servîs kirina nûçeyên derew dixwaze êrîş û karên xwe yên qirêj li dijî pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin navê dijatî kirina PDKê de bipeçe. Lê belê gelê navçeyê PKKe baş naskiriye û bi derewên wan nayên xapandin.

Pustên heman beş