Bayîk: Jiber pêywendiyên “Apo û Hafiz Esed”, PKKe bi Beşar re ye

Bayik: Em nikarin li dijî Sûriyê û Esed bin Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik: Em nikarin li dijî Sûriyê û li dijî Beşar Esed bin. Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik radigihîne, pêwendiyên PKKê yên baş û dîrokî bi Hafiz Esed re hebûn û niha jî ew nikarin li dijî Beşar Esed derkevin. Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de ligel rojnameya «Al-Nehar» a Erebî de ragihand, pêwendiyên PKK yên baş û dîrokî bi serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed û malbata wî re hebûn, ew niha nikarin ne li dijî Sûriyê û ne li dijî Esed bin. Hevserokê KCKê dibêje, tevî ku helwesteke nerênî ya Beşar Esed li ser Kurdan û Rojavayê Kurdistanê heye, lê PKKê nexwastiye heman helwestê bigire. Bayik got: «Tevî ku rêveberiya Beşar Esad ji ber bûyerên li Rojava qewimîne li hemberî me helwesteke sar û neyînî nîşan da jî, lê belê me nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan neda. Me hewl da ku em wan fêm bikin. Em dixwazin ew jî me fêm bikin. Me têkiliya xwe bi Şamê re qet qut nekir». Hevserokê KCKê tekez dike, wan pêwendiyên xwe bi Şamê re nebirîne û ew dostaniya di navbera Hafiz Esed û Abdulla Ocalan bilind dinirvînin. Di vê derbarê de Bayik got: «Em her tim rêzê li dostaniya Rêber Abdulla Ocalan û malbata Esad digirin. Şam nikare tiştekî neyînî li ser me bibêje û ger wiha bike, ev ê bibe nirxandineke neheq». Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê Bayik destnîşan kir, çareserî ew e Rêveberiya Xweser û Şamê li hev bikin û got: “Me xwast ku Rêveberiya Xweser pirsgirêkên xwe yên bi Şamê re çareser bike. Me hewl da bandora xwe di vî warî de bi kar bînin. Ji ber ku çareseriya herî rast, lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê ye.” Pêwîste li vir li gelê Rojava qirka Cemîl Bayîk bigre û van pirsan jê bike: Heger hûn çareserî û çarenivîsa Rojava bi lihvekirina bi Şamê re dibînin, qey çima me 11 hezar şehîd û 22 hezar birîndar dane? Çima we Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dane destê Ardogan û we ne dan destê Esed, ji xwe li destpêkê bi Esed re bûn û tu pirisgrêk nebû? Qey çima hûn dikarin digel Ereb, Tirk û Farisan li hevibikn û çima ji boy we jehre ku hûn li gel hêzên Kurdistanî û Netewî lihvebikn? Qey ma me 11 hezar şehîd ji boy lihvekirina bi Esed re dane? Gelê Rojava pêwîste baş vê bizanibe ku her çend ku PKKe di wir de be, qedera wê dê mehkûmî taryatiyê be, rûyên Cemîl Bayîk ew qas qayîm bûne ku êdê bê şermane dibêje çareserî bi lihevkirina bi Şamê re ye, êdî ew peymanan jêr bi jêr bi dagîrkeran re nakin, belku eşkere dibêjin û vê bi serketin hesab dikin. Rêxistina PKKê bi qasî Tirkan, bi qasî rejîma Esed gelê Rojava qetil kirîye, aware, bê îrade û bê rumet kirîye, Rojava ku hinekî mabû paş şerê terora DAIŞê bigehe xweseriyê, PKKê ev serketin ji bo xwe hesab kir, piştire li ser sênîyek zêr jiboy Tirkiyê pêş kêş kir, bêy ku tu hesabekê bo xwîna bi hezaran şervanan bike yên ku jiyana xwe fedayê wê serketinê kirî.

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik radigihîne, pêwendiyên PKKê yên baş û dîrokî bi Hafiz Esed re hebûn û niha jî ew nikarin li dijî Beşar Esed derkevin.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de ligel rojnameya «Al-Nehar» a Erebî de ragihand, pêwendiyên PKK yên baş û dîrokî bi serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed û malbata wî re hebûn, ew niha nikarin ne li dijî Sûriyê û ne li dijî Esed bin.

Hevserokê KCKê dibêje, tevî ku helwesteke nerênî ya Beşar Esed li ser Kurdan û Rojavayê Kurdistanê heye, lê PKKê nexwastiye heman helwestê bigire.

Bayik got: «Tevî ku rêveberiya Beşar Esad ji ber bûyerên li Rojava qewimîne li hemberî me helwesteke sar û neyînî nîşan da jî, lê belê me nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşan neda. Me hewl da ku em wan fêm bikin. Em dixwazin ew jî me fêm bikin. Me têkiliya xwe bi Şamê re qet qut nekir».

Hevserokê KCKê tekez dike, wan pêwendiyên xwe bi Şamê re nebirîne û ew dostaniya di navbera Hafiz Esed û Abdulla Ocalan bilind dinirvînin. Di vê derbarê de Bayik got: «Em her tim rêzê li dostaniya Rêber Abdulla Ocalan û malbata Esad digirin. Şam nikare tiştekî neyînî li ser me bibêje û ger wiha bike, ev ê bibe nirxandineke neheq».

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê Bayik destnîşan kir, çareserî ew e Rêveberiya Xweser û Şamê li hev bikin û got: “Me xwast ku Rêveberiya Xweser pirsgirêkên xwe yên bi Şamê re çareser bike. Me hewl da bandora xwe di vî warî de bi kar bînin. Ji ber ku çareseriya herî rast, lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê ye.”

Pêwîste li vir li gelê Rojava qirka Cemîl Bayîk bigre û van pirsan jê bike:

  • Heger hûn çareserî û çarenivîsa Rojava bi lihvekirina bi Şamê re dibînin, qey çima me 11 hezar şehîd û 22 hezar birîndar dane?

  • Çima we Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dane destê Ardogan û we ne dan destê Esed, ji xwe li destpêkê bi Esed re bûn û tu pirisgrêk nebû?

  • Qey çima hûn dikarin digel Ereb, Tirk û Farisan li hevibikn û çima ji boy we jehre ku hûn li gel hêzên Kurdistanî û Netewî lihvebikn?

  • Qey ma me 11 hezar şehîd ji boy lihvekirina bi Esed re dane?

Gelê Rojava pêwîste baş vê bizanibe ku her çend ku PKKe di wir de be, qedera wê dê mehkûmî taryatiyê be, rûyên Cemîl Bayîk ew qas qayîm bûne ku êdê bê şermane dibêje çareserî bi lihevkirina bi Şamê re ye, êdî ew peymanan jêr bi jêr bi dagîrkeran re nakin, belku eşkere dibêjin û vê bi serketin hesab dikin.

Rêxistina PKKê bi qasî Tirkan, bi qasî rejîma Esed gelê Rojava qetil kirîye, aware, bê îrade û bê rumet kirîye, Rojava ku hinekî mabû paş şerê terora DAIŞê bigehe xweseriyê, PKKê ev serketin ji bo xwe hesab kir, piştire li ser sênîyek zêr jiboy Tirkiyê pêş kêş kir, bêy ku tu hesabekê bo xwîna bi hezaran şervanan bike yên ku jiyana xwe fedayê wê serketinê kirî.

Pustên heman beş