Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 5 endamên malbatekê revandin

Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 5 endamên malbatekê revandin

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî artêşa Tirkiyê, li Efrînê 5 kesên sivîl revandin, di nava wan de 2 jin hene.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa bi navê Polîsa Leşkerî roja 25ê Cotmehê 5 kesên sivîl ji yek malbatê ji bajarokê Şera yê Efrînê revandin.

Navê kesên ku hatine revandin, ev in: Henan, Nûjîn, Nisrîn, Ehmed û Mihemed Emîn Mûsilî ne.

Pustên heman beş