Çekdarên opozisyona Sûriyê yên Tirkiye piştevanîya wan dike, 2 kesên dî li Efrînê revandin, yêk jê 65 salî ye.
Rêxistina mafên mirovan li Efrînê belav kir, girûpa bi navê Polîsa Leşkerî roja 26ê cotmehê kalemêrê 65 salî yê bi navê Şukrî Mihemed Ebdo ji navçeya Mabatayê revand.
Her wiha li Cerablusê ji berî heftîyekê ciwanê Efrînî yê bi navê Ferhad Ehmed Hesen yê 27 salî revandîye, Ferhad dema ji Herêma Kurdistanê vedgerya Efrînê, li Cerablusê hat revandin.
Ji dema dagîrkirna Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û girûpên çekdarên ser bi wê ve, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.