Careke din peyva Kurdistan rojeva Bakur û Tirkiyê hejand

Careke din peyva Kurdistan rojeva Bakur û Tirkiyê hejand

 Peyva Kurdistan careke din rojeva siyaset û medya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê germ dike. Dikandarekî Sêrtî yê bi navê Cemîl Taşkesendi dema serdana Seroka ÎYÎ Partî de bal kişand li ser înkarkirina ziman û nasnameya Kurd û Kurdistanê. Dikandar Cemîl Taşkesen piştî demekê bi tometa bangeşeya terorê hat binçavkirin û piştî çend demjimêran hat berdan.

Careke din peyva Kurdistan, rojeva Bakur û Tirkiyeyê dihejîne. Di serdana Seroka ÎYÎ Partî ya Misirca Sêrtê de, Dikandar Cemîl Taşkesen balê dikşîne li ser înkarkirina ziman û nasnameya Kurd û Kurdistanê. Taşkesen bi tometa bangeşeya terorê hat binçavkirin û piştî çend demjimêran hat berdan. Mijar li torên civakî bo top trend.

Dikandar Cemîl Taşkesen ji Seroka ÎYÎ Partî Meral Akşener re got: “Axaftina te bi şekir be birêz serok. Zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin, Em dijî vê ne. Em hene. Hemû heval û şêwirmendên te Kurd in. Cihê ku niha tu lê yî, Kurdistan e. Lê mixabin, di parlamentoyê de ev Kurdistan tê înkarkirin.”

Di şeş salên dawî de hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê hatin wêrankirin, parlamenter hatin zîndankirin û şaredar hatin dûrxistin. ji ber vê gotinên wiha bala hemû aliyan kişandin. Akşener dibêje, ew ti nasname û olan înkar nakin, lê binavkirinek wiha jî qebûl nakin.

Seroka ÎYÎ Partî Meral Akşener di bersiva xwe de got: “Kurd dibe, Tirk dibe, Elewî yan Sune dibe, divê rêz li hebûna wan ya neteweyî û olî bê girtin. Eger tu bêjî ev der Kurdistan e, mafê te ye dikarî bêjî, Pirsa sereke ev e, di nav sînorên Tirkiyeyê de em yek in, yan na. Emê bihev re bersivê bidin. Ez Tirk im, tu Kurd î. Birayê Cemîl di vê cografyaya Anatolya de, ji Edîrne heta Qersê, gelek netew û ol hene. kes te înkar nake.”

Peyva Kurdistan û mafên Kurd gelek caran dibin sedema nîqaşên germ. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ku wêdemê serokwezîr bû, sala 2013 gotibû di dîroka Osmaniyan û destpêka Komare de Kurdistan heye, lê piştre wî bixwe red kir.

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu pirsiyar arasteyê Wezîrê Navxwe dike ku çima peyva Kurdistan bo Erdogan serbest e, bo kesên din dibe tawan. Baroya Diyarbekirê û HDP jî rexne li helwesta hêzên Ewlekarî girtin ku nabe peyva Kurdistan bibe sedema binçavkirinê.

Pustên heman beş