Darka Mazî navên berpirsên YNK’ê yên hatye jehirkirin eşkere dike

Darka Mazî navên berpirsên YNK’ê yên hatye jehirkirin eşkere dike

Hejmara wan kesên ku qeyûmê PKK’ê di nava YNK’ê de jehir pê dayî her ku diçe zêde tir dibin, bi borîna demê kênca jehra ku Lahor Şêx Cengîyê qeyûmê PKK’ê di nava YNK’ê de bi rêveberên YNK’ê dayî pêtir dibe û hejmareka herî zêde a wan rêveberên YNK’ê niha li Ewropayê ne daku encamên pişkinînên xwe wergirin.

Piştî 8ê Temûzê ku hevserokê YNK’ê Bafil Talebanî desthilata YNK’ê bi temamî wergirtî û tev desthilatên Lahor Cengî jê wergirtî, pirsa jehirkirina Bafil Talebanî û hin berpirsên din yên YNK’ê ji hêla Lahor Şêx Cengî ve bû mijara germ di nava medyaya Başûrê Kurdistanê de, yekem car Bafil Talebanî ev yek eşkere kir û ragihand ew ji hêla Lahor Şêx Cengî ve hatiye jehirkirin, her weha ev yek jî xweya kir ku Lahor sîxur di nava mala wî de danîne û dixwaze wî tesfiye bike û desthilata YNK’ê bi temamî bike di destên xwe de.

Tevî ku Lahor Cengî jehirkirina rêveberên YNK’ê înkar dike, lê belê, li vê dawyê hejmarek herî zêde ya berpirsên YNK’ê ji boy encam dayîna pişkinînên pizîşkî seredana Ewropayê kirine û encamên pişkinîên hin ji wan ev yek tekez kiriye ku ew hatine jehirkirin û rewşa hin ji wan jî pir xerabe.

Herî dawî Kosret Resûl û Mela Bextiyar li Elmanyayê pişkinînên pizîşkî encam dayîne û xweya bûye ku ew hatine jehirkirin û rewşa her duyan jî pir xerabe, pêş du rojan rûpela Çavdêr ya nêzî Mela Bextiyar nûçeyê jehirkirina Mela Bextiyar eşkere kir, piştre jî berdevkê YNK’ê ev nûçe tekez kir û ragihand ewê li benda lêkolînên asayîşê jî bimînin.

Bi awayekî giştî goman tê kirin heya niha nêzî 20 berpirsên YNK’ê hatibin jehirkirin ku ev jî navên wanin:

1-. Bafil Talebanî/ niha rewşa wî ya tendirustî başe.

2. Kosret Resûl Alî/ rewşa wî xerabe.

3. Şêx Cefer Şêx Mistefa/ rewşa wî başe.

4. Mela Bextiyar/ rewşa wî xerabe.

5. Hêro Îbrahîm Ehmed/ tê gotin ku rewşa wê pir xerabe lê belê hin çavkanî wusa didin xweya kirin ku bi sedema jehrê canê xwe ji dest daye û YNK’ê mirina wê ranagehîne.

6. Qadir Hemecan/ rewşa wî başe.

7.  Diktor Xesrew Gul/ rewşa wî başe û niha li Ewropayê mijûlî wergirtina çareseriyên pizîşkî ye.

8. Eta Serawî/ rewşa wî başe.

9. Westa Hesen/ rewşa wî xerabe.

10. Îmad Ehmed/ rewşa wî başe.

11. Şanaz Îbrahîm Ehmed/ niha li benda êncamên pişkinînên xwe yên pizîşkî ye.

12. Omer Fetah/ li benda encamên pişkinînên xwe yên pizîşkî ye.

13. Wehab Helebçeyî/ li benda encamên pişkinînên xwe yên pizîşkî ye.

14. Sedî Ehmed Pîre/ li benda encamên pişkinînên xwe yên pizîşkî ye.

15. Şalaw Elî Eskerî/ li benda encamên pişkinînên xwe yên pizîşkî ye.

16. Burhan Seîd Sofî/ li benda encamên pişkinînên xwe yên pizîşkî ye.

17. Mehmûd Sengawî/ li benda encamên pişkinînên xwe yên pizîşkî ye.

18. Kakemend Kakereş/ li benda encamên pişkinînên xwe yên pizîşkî ye.

19. Mistefa Çawreş/ li benda encamên pişkinînên xwe yên pizîşkî ye.

Pustên heman beş