Ciwanê kurdan li bajaran di nava xendek û li çîya jî di nava tûnêla de tên qurbankirin

Ciwanê kurdan li bajaran di nava xendek û li çîya jî di nava tûnêla de tên qurbankirin

Di şerê di navbera PKK û dewletê de ne dewlet ne jî PKK wenda nake. Belku kurd, welatê kurdan; çiyayên Kurdistanê, bajarên Kurdistanê, malbatên kurd û ciwanên kurdan wenda dikin.

Ev dîmenên ku ajansa Anadolu herî dawî belav kirî û ciwanên kurdan ji tûnêla derdikevin û teslîm dibin şerê xendekan anî bîra her kesî. Ciwanên kurdan li meha Gulana sala 2016an li Nisêbînê wusa hatibûn dîtin.

Di vî şerê ku nayê zanîn çi ji boy Kurda dixwaze û bi navê demokratîk kirina Tirkiyeyê tê meşandin Ciwanên kurdan tên qurban kirin. Li şerê xendekan de her kesî dizanî ev rêbaza şer şaşe, û dewlet dê van bajaran xerab bike û her kesî îmha bike. Li hin bajaran bi dehan ciwan hatin kuştin, nêzî 10 bajar xerab bûn, nêzî sed mirov bi saxî hatin şewtandin û bi dehan ciwan jî neçar man teslîm bibin.

Niha heman sîyaset lê bi navê tûnêlên şer tê meşandin. Dehan ciwanên kurdan dikin tûnêlên şer de ku tê zanîn dewlet wê wan dorpêç bike û ewê bi neçarî bimirin yan jî teslîm bibin. Ciwanên kurdan nav van tûnêlên şer de ku herkes dizane ev bar ji temenê wan mestire de dijîn û mixabin ku rêveberên PKK’ê û medyaya wan jî vê yekê wek berxwedan didin nîşandan.