Li gorî lekolîneke zanîngeha “Stenford” li sala 2021an, 14 mamosteyên zanîngeha Kurdistan a li bajarê Sine yê Rojhilata Kurdistanê, weke mamosteyên şareza û bispor li asta cîhanê hatine dest nîşan kirin.
Çend roja berê rêxistina zanistî a bi navê “Times” jî belav kir ku zanîngeha Kurdistan di mijara bandora baş de li sala 2021an li pileya 800 – 601 ê li asta cîhanê hatîye tesbît kirin.
Bandora zanîngehan li gorî çalakiyên wan zanîngehan di çarçûveya armancên pêşdabirina seqamgîriyê yên rêxistina Neteweyên Yekbûyî û her wiha li gorî her çar pîverên “lekolîn, birêvbirî, pêşdabirin û perwerdê” de tên nirxandin.
Zanîngeha “Kurdistan” li Îranê li rêza 15 ê a zanîngehên herî baş û li asta cîhanê jî li rêza 800-601 ê hatîye dest nîşan kirin.