HDPe mîna rêveberên Qendîlê, tenê dizane keda gel ji boy xwe hesab bike

peshmarga-kobane-hdp-pkk (1)

Partîya Demokratîk ya Gelan HDPê ragihand, hêzên ku dixwazin Kobanê dagîr bikin wê tu carî bi sernekevin, ji ber ku DAIŞ bi ser neket loma tu kes nikare vê bike, HDPê wusa daxuyanî da her weke wan Kobanê ji ketinê parastîye û tu amaje bi keda Pêşmergehan nekir.

HDPê îro roja duşemî 1/11/2021ê daxuyanî da û têde banga tev gelên cîhanê kirîye ku pişitgrîya xwe ya ji boy Kobanê bidomînin.

HDPê gef li Tirkiyê jî xwarine û dibêje: “DAIŞ bi ser neket, hêzên dixwazin Kobanê dagîr bikin, wê bi sernekevin”.

HDPê di daxuyanîya xwe de tu amaje bi keda Pêşmergehên Kurdistanê nekir, Pêşmergehên ku li ber çavên hemû gelên cîhanê sînorê sê dewletên dagîrker derbas kirî ji bo ku li hawara birayên xwe yên Şervan biçin.

Ya rast karên wusa ji HDPê tên çaverê kirin, ji ber ku ew jî mîna rêvebrên xwe yên Qendîlê tenê dizanin keda xelkê ji boy xwe hesab bikin.

Ev daxuyanîya HDPê tenê du rûyatîya vê partîya girêdayî PKKê îsbat dike, ji ber ku çend rojan berê, di parlementoya Tirkiyê de tezkereya ku rê dide artêşa Tirkiyê li Îraqê û Sûryê operasyonên serbazî encam bide, hat qebûl kirin, tezkere li ser daxwazîya Tayîp Ardogan hatbû parlementoyê û bi piranîya dengan hate erê kirin.

AKPê, MHPê, iYi partiyê û DEVA ji boy tezkereyê bi “belê” deng da, CHPe û HDPe jî li dijî tezkereyê derketin, lê hevseroka HDPê Pervîn Bûldan dengê “belê” da tezkereyê, hinek hevalên wê bala wê kişandin lê dengê Bûldan wek erê hate qebûl kirin.

 Eveca rastî nayê zanîn Bûldan bi xeletî bi ”belê” deng daye yan bi zanabûn helwesta xwe diyar kirîye.

Pustên heman beş