Tirkiyê hêz şandin sînorê Kobanê

kobane-turkey (1)

Dewleta Tirkiyê ji bo amadekarîya operasyoneke serbazî, hêzeke leşkerî şandîye sînorê Kobanê û Serê Kaniyê.

Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê karwanekê nû yê hêza leşkerî ku ji erebeyên zirexê û barhelgirên pirî çek û teqmenî pêkhatîye, li sînorê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi cîh kirîye, her wiha karwaneke din şandîye Serê Kaniyê.

Cîh kirهna van hêzan hemwexta gefxwarnên Tirkiyê yên dest pê kirهna operasyoneke nû li Rojavayê Kurdistanê tê.

Roja sêşemîya rabûrî parlmena Tirkiyê li ser daxwazîya Tayîp Ardogan tezkereya dirêjkirina erkên artêşa Tirkiyê li Îraqê û Sûryê nîqaş kir û bi piranîya dengan hat erê kirin, AKPe, MHPe û iYi partiyê deng bi belê da, hemwext CHPe û HDPe li dij derketin.

Pustên heman beş