Partîya Kurdkuj 4 zarokên din jî dan kuştin

kurd-kurdistan-pkk-kck-hpg-gerila (2)

Rêxistina PKKê îro nasnameya 4 Gerîlayan eşkere kir ku li Heftenînê jiyana xwe ji dest dane, her 4 Gerîla nû temena zaroktîya xwe temam kirine.

HPGê baskê leşkirî yê rêxistina PKKê, îro roja duşemî 1/11/2021ê nasnameya 4 çekdarên xwe eşkere kir ku li gorî wê di êrîşa artêşa Tirkiyê de li devera Heftenînê jiyana xwe ji dest dane.

PKKê weke her tim, tam agahî li derbara wan çekdaran îfşa kirine, lê belê tu amaje bi temena wan nekir, ji bo ku cînayet û tewana revandin û bi kuştin dana zarokên Kurdan li ser tesbît nebe.

Li aliyê din, HPGê pirr bi rû qayîmî li derbara van zarokan gotîye: Ew milîtanên Apo bûn, wan dîroka rêxistinê ji zaroktiyê nas kirîye û felsefa Apo bandor li wan kir loma ew tevlî PKKê bûn.

Hêjayî gotinê ye, tenê di du demehên rabûrî de, PKKê pêtirî 100 çekdarên xwe ji dest dane, ev yêk tenê ewn ku ajansa ANF ê bi daxuyanyên nasnameya wan ragihandîye û her kes dikare li beşa arşîfê ya vê ajansê van agahîyan bi dest bixe.

Pustên heman beş