Aldar Xelîl: Em ji bo diyaloga yekser bi hikûmeta Şamê re amadene

aldar-xelil-assad (1)

Partîya Yekêtîya Demokratîk PYDê ragihand ku ew amadene bi awayekî yekser bi hikûmeta Şamê re dest bi diyalogê bikin.

Aldar Xelîl endamê konseya hevserokatîya PYDê îro roja duşemî 1/11/2021ê bo Rojava tv axivî û piştrast kir ku Rêveberîya Xwesera Bakur û Rojhilatê Sûryê û PYDe ji boy diyaloga bi hikûmeta Şamê re bi awayekî yekser, amadene.

Aldar Xelîl dibêje: “Yê ku niha li Şamê li ser hukme, Sûrye di bin serwerîya wî de ye, ji bo em bighêjin çareseriyê, divê lihevkirin bi hikumeta Şamê re pêk were, ji ber ku em Sûrî ne”.

PYDe ku bi astengîya herî sereke a li himber diyaloga Kurdî – Kurdî li Rojava Kurdistanê tê hesab kirin û ew bûye sedem ku ev diyalog bên sekinandin, niha pir bi bê şermane dibêje: Çareserî li Şamê ye. angu PYDe Lihevkirina bi rejîma Beşar Esed re yaku bi hezaran Kurd qetil kirîn ji lihevkirina bi aliyên Kurdî baştir û netewî tir dibîne.

Pustên heman beş