Demîrtaş ji bo rewşa girtîgehan bang li partiyên opozisyonê dike

Demîrtaş ji bo rewşa girtîgehan bang li partiyên opozisyonê dike

Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, Wezareta Dadê ya Tirkiyê, krîzan wek derfetan bikar tîne û binpêkirinên li zîndanê kirine hertimî.

Hevserokê Berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ku pênc sal in di zîndanê de ye bi rêya parêzerên xwe da xuyakirin, girtiyên Zîndana Edîrneyê bist roj in bi diruşman binpêkirinan şermezar dikin.

Da zanîn, qedexeya hevdîtina rûbirû ya bi malbat û parêzeran re, bi hinceta petaya korona hê jî didome, Wezîrareta Dadê krîzan wek derfetê bikar tîne û binpêkirina mafan kiriye hertimî.

Demîrtaş bang li serokên partiyên dijbere kir û got, li her derê digerin, gelo bo çî serdana zîndanan nakin ku zedetirî 300 hezar kesan tê de ne.

Pustên heman beş