Kiliçdaroglu: Ez dê Qendîlê bi erdê re bikim yek

Kiliçdaroglu-Qendîl-pkk-kck (2)

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu gef li dijî PKKê xwe xwar û got: “Soz didim eger ez vê hêlîna bi navê Qendîlê bi erdê re nekim yek, bila ji min re nebêjin Kiliçdaroglu.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li Yozgatê ligel nûnerên rêxistinên dezgehên sivîl û rihspiyên bajêr ve civiya û di hevdîtina xwe de axivtinek kir.

Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Yozgatê de ewil li gundê Sekîlî yê navçeya Yerkoyê bi muxtar û cotkaran re taştê xwar.

Kiliçdaroglu pişt re li Navenda Çandê ya Şaredariya Yozgatê di hevdîtina ligel rihspiyan, mixtar û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl de diyar kir ku ew cara 7emîn e ku serdana wî bajarî dike, lê cara yekemîn ku guhdariya xelkê dike.

Kiliçdaroglu bal kişand ser wê yekê ku hemû welatên cîhanê piştgiriyê didin çandiniyê û kerta çandiniyê sektorek stratejîk e û got: “Eger bi îzna Xwedê hûn piştgiriyê bidin me û em bibin desthilatdar, ya em bikin ew e ku cotkar dê bigihêje heqe xwe yê weberhênanê. Hûn dê heqê mazot, gubre û hwd derbixin. Bi ser de dê qazanceke we ya maqûl hebe.

Dı beşeke din axavtina xe de Serokê Giştî yê CHPê gef li dijî PKKê xwar û got: “Soz didim eger ez vê hêlîna bi navê Qendîlê bi erdê re nekim yek, bila ji min re nebêjin Kiliçdaroglu. Ez tu carî pêlavên leşkerî yên biyanî li vê axê naxwazim.

Pustên heman beş