Du komên çete ên girêdayî Tirkiyê bi çekan êrîşî hev kirin

Du komên çete ên girêdayî Tirkiyê bi çekan êrîşî hev kirin

Hat ragihandin ku li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, du komên çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve pev çûn.

Li gorî çavkaniyên deverê, doh piştî nîvê şevê di navbera çekdarên komên Ehrar El-Şerqiyê û Sultan Mûrad de şer çêbû.

Hat zanîn ku çekdarên Ehrar El-Şerqiyê, çekdarên Sultan Mûrad tewanbar kirine ku ew ajanên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ne û li ser vê di navbera wan de şer derketiye.

Li gorî çavkaniyan çekdaran bi çekên navîn û sivik şerê hev kirine, lê derbarê ziyanên herdu aliyan de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Pustên heman beş