Rewangeha Sûrî: Hêzeke Amerîkayê gihîşt Hesekê

Rewangeha Sûrî: Hêzeke Amerîkayê gihîşt Hesekê

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand; hêzeke artêşa Amerîkayê li devera Rimêlan a parêzgeha Hesekê hat bicihkirin.

Rewangeha Sûrî eşkere kir ku karwanekî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û artêşa Amerîkayê, ku nêzîkî 40 wesayîtên barhilgir û kelûpelên serbazî bû, gihişt Hesekê û Dêrezora li bakurê rojhilatê Sûriyê.

Herwiha destnîşan kir; di 24ê meha borî de jî karwanekî din ê 25 wesayîtên Hevpeymaniya Navdewletî, gihîşt devera Til Temirê.

Pustên heman beş