Alîkarê lêkolînêyê zanîngeha Firatê Hifzullah Kutum ji ber parvekirina “Şoreşa Îlonê li hemû kurdan pîroz be, bijî Kurdistan” li ser medyaya civakî ji aliyê zanîngehê ve ji wezîfeyê hat dûrxistin, îro hat binçavkirin. Her wiha Kutum ragihand ku li ser hesabê wî yê medyaya civakî ya Twitterê jî gef li wî hatiye xwarin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê serokatiya zanîngeha Firatê ve hat dayîn de ev yek hat gotin: “alîkarê lêkolînêyê ku dihat dîtin bi parvekirinên xweyên li ser medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê dike ji aliyê zanîngeha me ve ji kar hat derkirin û der barê wî de lêpirsîn hat destpêkirin. Der barê kesê navborî de jî serlêdana sûc li meqamên edlî hatiye kirin.” Kutum hê jî di girtîgehê deye.
“Ez ne ji ber hesasiyetên hiqûqî, ji ber fikarên siyasî ji kar hatim avêtin”
Kutum ku duh êvarê li ser twitterê daxuyanî da, diyar kir ku ew ji wezîfeyê hatiye derkirin û gef li wî hatiye xwarin û wiha got: “ne ji ber hesasiyetên hiqûqî, ji ber fikarên siyasî ez ji kar hatim avêtin. Li zanîngehê kesên ku ez wan nas nakim hene. Û ew ne xwendekarin. Bi kêmanî ne xwendekarên ku ez nas dikim. Li ber deriyê min li benda minin. Ez tiştekî tehdîdkar hîs dikim. Ger li ser min tehdîda şîdetê hebe ezê mafê xweyê xweparastinê bi tevahî bikar bînim.
Çi qewimî?
Di lêprisîna ku li dijî Kutum hat vekirin de ji ber parvekirinên wîyên li ser medyaya civakî hişyarî hat dayîn. Ji Kutumê ku ji ber postên xwe hatbû binçavkirin, hat pirsîn ku wî bi çi armancê ev post kiriye û îfadeya di wêneyê de “tehdîdek li ser yek parçebûna xak û ewlehiya sînorên komara Tirkiyeyê heye yan na”. Kutum di parêznameya xwe de got, “daxuyan û ala Kurdistanê ya di wêne de di peywendiyên fermîyên komara Tirkiyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye bikaranîn.” her wiha diyar kir ku di çarçoveya hevdîtinên fermîyên serokomar Erdogan û Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî de îfadeya “Kurdistan” û ala hatiye bikaranîn.