Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li sosyologê navdar û dostê gelê kurd prof.dr. Îsmaîl Bêşîkçî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li nivîskar û sosyologê navdar û dostê gelê kurd prof.dr. Îsmaîl Bêşîkçî kir.
Di hevdîtinê de behsa xebat û zehmetiyên Bêşîkçî di berevanîkirin li gelê Kurdistanê û doza rewa ya gelê de de kir û bilind nirxand.
Serokê hikûmeta Kurdistanê her wiha behsa wê yekê kir ku Bêşîkçî bi nivîsandina gelek pirtûkan û lêkolînên zanistî û akademîk berevanî li mafên gelê kurd û gelên bindest kiriye.
Îsmaîl Bêşîkçî jî spasiya serokê hikûmeta Kurdistanê kir û behsa girîngiya perwerde û mijarên niştimanî û çareserkirina pirsgirêka kurd li Rojhilata Navîn bi rengekî aştiyane û dadmendane kir.
Ev çend roj in prof.dr. Îsmaîl Bêşîkçî li Herêma Kurdistanê ye.