Operasyona hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li Neynewa berdewame

Operasyona hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê li Neynewa berdewame

Li parêzgeha Neynewa, Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê dest bi operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞê kirin.

Sentera medyayî ya Wezareta Pêşmerge diyar kiriye, îro danê sibê hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li deverên Kuşafa Jorê û Kuşafa Jêrê li parêzgeha Neynewa, operasyonek hevbeş li dijî DAIŞê dan destpêkirin.

Senterê eşkere kiriye, di operasyonê de hêzên hewayî yên Iraqê û balafirên şer ên hêzên hevpeyman jî beşdar bûne.

Li gorî agahiyên senterê, armanc ji wê operasyonê, ku heta niha jî berdewam e, paqijkirina wê deverê ji terorîstên DAIŞê ye ku dikeve navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê.

Pustên heman beş