Bombeyekî çandî bi karwanekî hêzên Pêşmerge de teqiya

Bombeyekî çandî bi karwanekî hêzên Pêşmerge de teqiya

 Îro li navçeya Dawude ya Germiyanê bombeyekî çandî bi karwanekî hêzên Pêşmerge de teqiya û ti ziyanekî canî çênebû.

Rêveberê nahyeya Zînane li navçeya Dawude ya ser bi qeza Kifrî Wehab Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 07.11.2021ê li sînorê gundê Belege ya navçeya Dawude bombeyekî çandî bi otomobîlekî fewca du ya lîwaya 144 a hêzên Pêşmerge de teqiya, lê derveyî ziyanên madî, ti ziyaneke canî li dû xwe neanî. ‘’

Herwaha got: ‘’Li heman cîh, bombeyekî din a çandî hatiye danîn û naha tîmeke taybet ve mijûlê pûçkirina wê bombeyê ne.’’

Navçeya Dawude ji 50 gundên kurdan pêktê, di esas de ser bi bajarê Xurmatû ye, lê di sala Raperîn a sala 1991ê de ji dest rejîma Beis a Iraqê hat rizgar kirin û ji wê demê heta naha navçe ji aliyê îdarî ve ser bi qeza Kifrî ye.

Piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê dema ku milîsên Heşdî Şeibî Xurmatû dagirkirin, beşek ji terorîstên DAIŞê berê xwe dan çend gundekî navçeya Dawude û ew gundên ketine navçeya valatiya ewlehî ya di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê û ji wê demê ve terorîst dem bi dem kiryarên terorîstî li dijî xelkê û hêzên ewlehiyê dikin.