HDPe ji boy girtina Hifzullah Kutum bêdeng ma

hdp-hifzulla-kutum-turkey-kurd-kurdistan-ilon (2)

HDPe jî boy akademîsyenê Kurd Hifzullah Kutum, ku ji boy parvekirina peyva Kurdistan hate girtin  bêdeng ma, Navende HDPê û parlimenterên wê ji boy girtina Kutum ne hatin deng.

Alîkarê lêkolînê yê zanîngeha Firatê Hifzullah Kutum, ji ber parvekirina “Şoreşa Îlonê li hemû Kurdan pîroz be, bijî Kurdistan” li ser medyaya civakî, ji aliyê zanîngehê ve ji wezîfeyê hat dûr xistin, îro hat binçavkirin.

Kutum ragihand ku li ser hesabê wî yê medyaya civakî a Twitter ê jî gef li wî hatiye xwarin, piştre jî hat girtin, lêbelê ev bûyer ji hêla PKKê ve nedîtî hat, hetta navenda HDPê u parlimenteran bûyer şermezar nekirin, tenê parlimenterê HDPê Omer Farûk Gergerlîoglu li tora medyaye cîvakî li hesabê xwe hikûmet rexne kir.

Gelo Kutum heger Şoreşa Kuba pîroz bikira HDPê wê çi bigota?

HDPe li nav sînorên Tirkîyê de tevahî mafan dike rojev, ji mafên aborî, mafên ajelan hetta mafên duregezî jî dike rojev, daxuyanîyan dide, hetta li cîhên din ên dinyayê jî li binpêkirina mafan xwedî derdikeve û şermazer dike.

Lêbelê li heman demê binpêkirina mafên Hifzulah Kutum û qedexekirina gotina Kurdistan nabîne.

Ji boy girtina Hifzullah Kutum gelek partîyên Kurdan li heman demê yên Tirkîyê jî ev yek şermezar kirin, lêbele partîyên AKPe, MHPe û HDPe bê deng man, Ango HDPê di qedexekirina peyva Kurdistan de li kêleka AKPê û MHPê cîh girt.

Gelo Şoreşa Koba hejaye lê belê ya Kurdistanê bêqîmete?

Bêguman ku heger Kutum jî boy Şoreşa Koba an jî Filistînê pîrozbahî weşandiba HDPe da lê xwedî derkeve, ji ber ku ew tevahî şoreşan pîroz dîbîne, lêbelê Şoreşa Kurdistanê bêqîmet dibîne.

ŞOREŞA ÎLONÊ ku ji boy Başûrê Kurdistanê qûnaxekî gelek gîrîng bû, ji ber ku vê tekoşînê hişt ku îro Kurdên Başûrê Kurdistanê bibin xwedî stato û Herêmeke xewser, Lêbelê HDPe vê yekê nabîne, Dewleta Tirk wek dagîrkerekî Şoreşa Kurdistanê xeter dîbîne HDPe jî xeter dibîne.

HDPe tenê jî boy xwe demokrasî dixwaze

HDPe gelek caran dibêje ku em ne parîtya Kurdanîn, partîya Tirkîyê ne, li heman demê xwe bi nûnerên Kurdan jî dibîne, lêbelê li heman demê HDPe li ser tiştên ku dewleta Tirk jî aciz dike bêdeng dimîne.

Helwesta HDPê ku beranber Kutum bêdeng maye carek dî tîne bîrame ku em pirsîyar bikin gelo rola HDPê jî boy Kurdan çîye? Em dikarin bêjîn ku bêdengîye HDPê jî boy Kutum bêdengîye li himberî perçekirina Kurdistanê û bêdengîye li himberî dagîrkirina Kurdistanê.

Pustên heman beş