Hevpeymaniya Navnetewî 15 rêveberên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê birin derve

Hevpeymaniya Navnetewî 15 rêveberên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê birin derve

Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, 15 rêveberên girtî yên wê rêxistina terorîst ji Rojavayê Kurdistanê birin derve.

Li gor zanyariyên berdest Hêzên Hevpeyman ew 15 rêveberên DAIŞê li girtîgeha Hesekî birine binkeyê Şedadî ya xwe ya li Hesekê.

Ew rêveberên DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê ve hatibûn girtin û li girtîgeha Hesekî li gel 3 hezar çekdar û rêveberên din ên DAIŞê girtîbûn.

Li gor zanyariyên çapemeniyê veguhestina wan rêveberên DAIŞê li girtîgeha Hesekê ve bo binkeyê Hêzên Hevpeyman û ji wê derê jî bi rêya esmanî ve ji Iraqê re hatine veguhestin.

Berî veguhestina wan lêkolînvanên saziya navendî ya îstixbarata Amerîkayê (CIA) li girtîgeha Hesekê lêkolîn û lêpirsîn li gel rêveberên DAIŞê pêkaniye, ku navê wan sê kesên aşkera bûne waha ne:

– Xalid Elinzî yê bi eslê xwe Siûdî

-Selîm Ebdulmeatî, bi selê xwe Cezayîrî

-Nîko Sabiryo, bi eslê xwe Fransî

Pustên heman beş