Alîkarê Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel hat binçavkirin

Alîkarê Serokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel hat binçavkirin

Hat ragihandin ku Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel îro li Amedê li mala xwe hat binçavkirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê PSK’ê Hasan Dağtekin ji Rûdawê re ragihand, îro danê sibê saet derdora 05.30’an de polîsan avêtin ser mala Bayram Bozyel.

Dagtekîn da zanîn ku sedema binçavkirina Bayram Bozyel nehate zanîn.

Nûçe dê were nûve kirin…

Pustên heman beş