Li Efrînê 3 welatiyên Kurd ji ber li dijî baca zeytûnan derketin hatin revandin

Li Efrînê 3 welatiyên Kurd ji ber li dijî baca zeytûnan derketin hatin revandin

Li Efrînê 3 welatiyên Kurd, ji ber li dijî baca zeytûnan derketine, ji aliyê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatin revandin.

Li gor çavkaniyên xwecihî ji nava Efrînê diyar kirin, dewriyeke polîsên leşkerî û çekdarên Feyleqa Mecid, girtine ser sê malan li gundê Gêla li nahiya Bilbilê li Efrînê û pişkinîn kirin.

Li gor zanyariyan wê koma çekdar, pişt re muxtarê gund li gel du kesên din bi navê Miherem Sîdo Bilo yê 54 salî û Hisên Henan Beyrem ê  47 salî girtin û telefonên wan jî û yên endamên malbatên wan jî ji wan stendin

Kampîna girtinê piştî wê yekê tê ku xelkê gund li dijî sepandina bacê ji aliyê komên çekdar ve bi taybetî Feyleqa Mecid li ser mûsimê zeytûnan derketin.

Pustên heman beş