Li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat birîndarkirin.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, duhî li devera sînorî ya Kêlê ya Serdeştê pasdarên Îranê gule avêtin kolberekî kurd ku dixwast ji sînor derbas bibe.
Li gorî agahiyan, di encama wê teqekirinê de kolberê bi navê Kerîm Xendedar birîndar bû.
Kerîm xelkê gundê Mîr Şêx Heyder yê Serdeştê bûye.