Balefirên dewleta Tirkiyê di êrîşekê de ku li çiyayê Metînayê encam daye, 4 Gerîla hedef kirin û jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ku wezareta bergiriyê a Tirkiyê îro roja sêşemî 9/11/2021 an parvekirine, di êrîşeke hewayî de li çiyayê Metînayê ê Başûrê Kurdistanê, 4 çekdarên rêxistina PKKê ketine ber mûşekên balefiran.
Dest nîşan kir, ev 4 çekdarên rêxistinê jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina PKKê li derbara êrîşê û ji dest dana Gêrîlayên xwe tu agahî belav nekirine.
Li aliyê din, HPGê îro daxuyanî da û dest nîşan kir ku li roja 4 vê mehê, balefirên dewleta Tirkiyê bombe li Keşanê barandine.