Akedemisyen Hifzullah Kutum hat azadkirin 

Akedemisyen Hifzullah Kutum hat azadkirin 

Parêzerê akademisyen Hfzullah Kuttum Mehmet Emîn Aktar ragihand li ser îtîraza wan Hifzullah Kutum hatiye azadkirin.

Akademîsyenê Beşa Maliyeyê ya Zanîngeha Firatê ya Elezîzê Hifzullah Kutum ji ber parvekirinên medyaya civakî  bi tohmeta propagandaya ‘’rêxistina terorê’’ roja pêncşemê 05.10.2021ê hatibû desteserkirin û ji kar hatibû dûrixsstin.

Piştî desteserkirinê roja înê 06.11.2021ê li ser biryara dozgeriya Elezîzê Hifzullah Kutum hatibû zindanîkirin.

Parêzerê Hifzullah Kutum Mehmet Emîn Aktar ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye mûwekîlê wî Hifzullah Kutum li ser îtîraza wan ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Elezîzê ve biryara azadkirina wî daye.

Cihê behsê ye Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Xarpetê (Elezîz) kar dikir, roja 14ê Îlona 2021ê li ser hesabê xwe yên torên civakî ligel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî peyama “Şoreşa Îlonê (li) hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kiribû û ji ber wê derbarê wê de lêpirsîn vebibû û ji kar hatibû dûrxistin.

Tevî ku hejmarek ji partiyên Tirkiyê nerazîbûna xwe li ser girtina Hafzullah Kutum diyar kir û ev kare bi pêşêlkirina yasayê bi nav kir, lê belê HDP’ê ti daxuyanî û nerazîbûn nîşan nedan û heya niha li ser girtin û ji kar derkirina Hefzullah Kutum bêdeng maye.

Pustên heman beş