PYDê û Rejîma Esed derbarê çarenivîsa navçeyên Kurdî giheştin lihevtêgiheştinek destpêkî

PYDê û Rejîma Esed derbarê çarenivîsa navçeyên Kurdî giheştin lihevtêgiheştinek destpêkî

Piştî gefxwarinên Tirkiyê ji encamdana operasiyoneke leşkerî li Sûriyê, rojane pêşveçûnên nû rû didin, û daxuyanî û helwêstên cûda cûda derdikevin holê.

Jêderek agahdar ragihand ku piştî Danûstandinên berdewam navbera PYDê û Rejîma Esed de bi serpiriştiya Rûsyayê herdu alî gihiştin lihevtêgiheştineke destpêkî derbarê hin doseyên giring.

Heman jêdera nêzîk ji QSDê eşkere kir ku niha û bi razîbûna Emerîka , bi serpiriştiya Rûsiya danûstandin navbera berpirsên PYDê û Rejîmê de têne encamdan, û niha herdu alî gihiştine livevtêgiheştineke destpêkî di doseyên girêdayî bi ware Rêveberî û leşkerî de.

Jêdera navhatî serbar kir û got ku Rûsiya fişarên zêde li herdu aliyan dike ji bo gihiştin bi çareseriyek navend û pişt re rêkeftinek dawiyê derbarê çarenivîsa navçeyên Kurdî li Rojhelatê çemê Firatê were encamdan.

Pustên heman beş