Tirkiyê endameka komîteya navendîya PKKê kuşt

Nazlı Taşpınar-pkk-hpg-pjak-pkk-turkey-mit (2)

Di êrîşeka artêşa Tirkiyê de, Nazlî Taşpînar endama komîteya navendîya rêxistina PKKê li çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê hat kuştin.

Ajansa Enadolê ya dewleta Tirkiyê îro roja çarşemî 10/11/2021ê belav kir ku di êrîşeka hevpar a MIT ê û artêşa Tirkiyê de ku li çiyayê Gare yê Başûrê Kurdistanê pêkhatîye, Nazlî Taşpînar nasiyar bi kodnavê Emîne Ercîs endama komîteya navendîya rêxistina PKKê hatîye hedef kirin.

li gorî ajansa Enadolê Taşpînar bi lîsta reng sor dewleta Tirkiyê lêgerîn ji boy di hat kirin.

Nazlî Taşpînar kî ye?

  • Nazlî Taşpînar li sala 1977an ji dayîk bûye.
  • Li sala 1994ê tevlî rêxistna PKKê bûye.
  • Li cem Ocalan girîngîyeka zêde hebû.
  • Li her yêk ji PJAK, HPG, PKK û YJA– STAR ê de erk wergirtine.
  • Her wiha rola wê di damezrandina tevgera (HBDH) de hebû ku li sala 2019an li nêvbera PKKê û rêxistinên çep ên Tirk de hatîye avakirin.
  • Perwerde ji bo rêxistinên çep ên Tirk kirîye.

Pustên heman beş