Mamosteyeke Tirk dixwaze zarokên Kurdan bike kemalîst

kemalist-turkey-kurd-zarok (1)

Li navçeya Hawelê ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê derbarê mamosteya ku li ser hesabê xwe yê medya civakî gotibû; “Ez dê beşdarî dersê bibim û ji hevalên biçûk (xwendekaran) kemalîstên biçûk biafirînim” de lêkolîn hat destpêkirin.

Mamosteya bi navê Z.Ç ku li Lîseya Anadolê ya navçeya Hawelê ser bi parêzgeha Sêrtê mamostetiyê dike, bi helkefta salvegera mirina Mustafa Kemal Ataturk li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê zarokên Kurd de ku xwendekarên wê ne peyamek belav kir.   

Bi gotina wê mamosteyê ku li ser hesabê xwe yê civakî belav kiriye ew xwendekaran wek “heval” bi nav dike û dibêje “Ez dê beşdarî dersê bibim û ji hevalên biçûk (xwendekaran) kemalîstên biçûk biafirînim.”

Wê mamosteyê di peyama xwe de gotiye: “Ka ez beşdarî dersa dawî bibim û bi kolye û ajandaya xwe bi îmzeya Ataturk ji hevalên biçûk kemalîstên biçûk biafirînim.”

Parvekirina vê peyamê li ser torên civakî gelek nerazîbûn li pey xwe anîn û li ser Twiterê bû rojev. Gelek kesan jî ew peyam wek peyameke cihêker binav kirin.   

Li ser nerazîbûnan Rêveberiya Perwerdê ya Sêrtê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku wan ji ber wê peyamê derbarê mamosteya bi navê  Z.Ç de lêkolîn daye destpêkirin.

Pustên heman beş