Mela Bextiyar: Bêguman tu caran ez dest ji mafên xwe bernadim

Mela Bextiyar: Bêguman tu caran ez dest ji mafên xwe bernadim

 Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar, li ser Twitterê di derbarê jehrîkirina xwe de peyamek belav kir û wê weke “namerdtirîn plan” binav dike û diyar dike: “Cezayê meşrû çaverêyî tawanbaran e.”

Mela Bextiyar eşkere dike: “Ez ji namerdtirîn plana jehrîkirinê rizgar bûm, tenê serşorî û cezayê rewa çaverêyî tawanbaran e. Bêguman tu caran ez dest ji mafên xwe bernadim.”

Endamê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê destnîşan dike, ew tawana li beramber wî hatiye kirin, “tenê ji ber wê yekê ye ku tu tawaneke min nebûye û nîne, ji ber wê ye ku ne gendel im, ji ber wê yekê ye ku ne kesekî alîgir im, ji ber wê ye ku nabim koleyê pile, paye û pare.”

Mela Bextiyar daye zanîn: “Eger ez bê helwest bûma, niha jî dibûm xwediyê kompanya û bi hezaran donim erdê heram.”

Piştî wergirtina çareseriya pizîşkî li Almanyayê, biryar e Mela Bextiyar, roja Şemiyê (13/11/2021) di saet 14.30yan de bigîhije Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê û bi gotina wî “di merasîmeke girseyî de pêşwazî lê tê kirin.”

Pustên heman beş