Artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke nû li dijî PKK’ê kir

Artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke nû li dijî PKK’ê kir

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku artêşa wan bi beşdarbûna 718 serbaz û hêzên ewlekariyê li çiyayên Amanosê ser bi parêzgeha Hatayê dest bi operasyoneke nû bi navê Eren-Zivistan-2 kiriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe, artêşa Tirkiyê li çiyayên Amanosê yên ser bi Hatayê ve bi hinceta hebûna gerîllayên PKKê dest bi operasyoneke nû kiriye. Di daxuyaniyê de tê gotin ku operasyon ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a wê herêmê ve ve tê birêvebirin û 718 serbaz û hêzên ewlekariyê têde beşdar bûne.

Artêşa Tirkiyê ji roja 23ê Nîsana 2020an ve operasyoneke berfireh li herêma Kanî Masê ku dikeve nav sînorê Başûrê Kurdistanê jî dest pê kiriye û heta niha berdewam e û rojane ew herêmên sînorî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve têne topbaran û bombebarankirin.

Zêdeyî 20 sal e bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li sînorê parêzgeha Duhokê, Tirkiye berdewam êrîşên esmanî û bejayî tîne ser navçeyên sînor, heta niha hêzên Tirkiyê bi kûrahiya 30 heta 45 kîlometre derbasî navçeyên sînor ên nehyeyên Dêreluk, Şêladizê, Kanî Masê, Batîfa û Derkarê li sînorê herdu qezayên Amêdî û Zaxoyê bûne û li 38 cihên stratejîk bicîh bûne.

Ji ber wan êrişan, tenê di 3 salên borî de zêdeyî 34 welatiyên parêzgeha Duhokê canê xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûne, herwiha zerar gehiştiye nêzîka 450 gundan û 372 gund jî li sînorê parêzgeha Duhokê vala bûne.

Pustên heman beş