PENTAGON: Hemahengiya me û HSDê tene ji bo rûberûbûna DAIŞê ye

PENTAGON: Hemahengiya me û HSDê tene ji bo rûberûbûna DAIŞê ye

Wezareta Bergiriya Amerîkayê (PENTAGON) ragihandiye hemahengî û hevkariya Amerîkayê ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Rojavayê Kurdistanê tene ji bo rûberûbûna şerê li dijî terorîstên DAIŞê ye.

Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê John Kirby di kongreye rojnemevanî ya heftaneya xwe de aşkere kir metirsiya DAIŞê hîn jî li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê maye.

John Kirby herwiha aşkere jî kiriye hemahengi û hevkariya Amerîkayê ji bo HSDê tene ji bo rûberûbûna li dijî terorîstên DAIŞê ye û ji wê zêdetir hîç hevpeymaniyeke wan ligel HSDê tuneye.

Di berdewamiyê jî de Berdevkê PENTAGONê John Kirby amaje bi wê yekê jî kiriye heta metirsiya DAIŞê hebe ew dê ligel HSDê kar bikin û wê hevkarî û hevpeymaniya wan ligel HSDê berdewam jî bike.

HSD hêza çekdarî ya Rojavayê Kurdistanê ye û bi piştevaniya hêzên Amerîkayê li dijî DAIŞê  durist bûye û zorîneya çekdarên wê ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) balê serbazî yê PKKê li Rojavayê Kurdistanê pêk tê.

Pustên heman beş