22 sal bi ser pesendkirina Ala Kurdistanê li Parlemantoyê derbas bû

22 sal bi ser pesendkirina Ala Kurdistanê li Parlemantoyê derbas bû

Beriya 22 salan weke îro di roja 11.11.1999an Parlementoya Kurdistanê Ala Kurdistanê pesend kir.

Bi biryarekê beriya 22 salan Parlementoya Kurdistanê Ala Kurdistanê, weke ala fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistan nasand û piştre di roja 19.06.2004an jî de biryar da roja 17ê meha 12an hemû salekê weke Roja Ala Kurdistanê were pîrozkirin.

Dîroka Ala Kurdistanê veigere sala 1945an û 35 roj beriya damezirndina Komara Kurdistanê. Piştî nehiştina dezgehên paşayetiya şahê Îranê li Mehabadê roja 17.12 1945an Ala Kurdistanê û li ser dezgehan hate bilindkirin. Piştre di roja ragihandina Komara Kurdistanê de Ala Kurdistanê hat bilindkirin. Wate Ala Kurdistanê di şoreşên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de hebû.

Piştre Ala Kurdistanê li ser deste jina tekoşer a kurd Fatime Seyidzade Husênî ve hatiye çêkirin ku yekem jina kurd e ku Ala Kurdistanê bi destên xwe çêkiriye û ew ala wê çêkiriye di roja 22.01.1946an de di dema ragihandina Komara Kurdistanê bi amadebûn Pêşewa Qazî Mihemed û Nemir Mele Mistefa Barzanî de hatiye bilindkirin û weke hêmaya îradeyê nişandan.

Piştî rûxana Komara Mehabadê ji aliyê dijminên millete Kurd ve Ala Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemed ve ji bo Nemir Mele Mistefa Barzanî hatiye radestkirin. Ji wê rojê heta îro Ala Kurdistanê weke semboleke neteweyî di hemû şoreşên milletên kur dli Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hatiye parastin û bikaranîn.

Manayên çar rengên Ala Kurdistanê

Sor: Hêmaya şoreşgerî û xwînî şehîdên mîlletê Kurd e ji bo mafên xwe

Spî: Hêmaya aştî û asayîşeyê ku mîlletê Kurd berdewam aştîxwaz bûye.

Kesk: Ji siruşta Kurdistanê hatiye û hêmaya jiyanê ye.

Zer: Mmebest ji 21 tîşkên rojê ye ku hêmaya siberoja û di heman demê jî de hêmaya 21.03ye ye ku dibe Newroz roja neteweyî ya kurdistanê ye.

Pustên heman beş